Di weşana Zindî Endama Komîteya Amadekar ya Konferansa Rojhilata Navîn Nadiya Yûsûf derbarê konferansa Ciwanên Rojhilatanavîn de agahî da . Kongre bi beşdariya 21 rêxistinên ciwanan bi dirûşma Ciwan û avakirina siberojeke azad tê li darxistin Di kongreyê de pirsgirêkên ciwanan, rêbazên çareseriyê, şerê li dijî nîjadperestiyê, pirsgirêkên azadiya jinan, çawaniya aktîfkirina rola ciwanan, pêşxistina hevgirtin û têkoşîn ciwanan werin gotûbêjkirin. Ji Yemen, Iraq, ji Sehra Rojava, Morîtanya, Misir, Ermenî, Behtnahrên, Ji Sûrî, Misir û Afganîstanê saziyên ciwanan beşdar bûne. Kongre dê 2 rojan dewam bike. Di roja yekemîn de dê bandora modernîteya kapîtalîst li ser ciwanan, têkoşîn û ezmûnên xweseriya ciwanan, qirkirina xweza û jîngehê û rewşa jinên ciwan û azadiya jinan. Roja duyemîn jî dê der barê pirsgirêkên ciwanan, rola ciwanan di pêşxistina çanda jiyana hevbeş û rêbazên pêşxistina hevgirtin û têkiliyên ciwanan de atolye werin lidarxistin.