DEM Partî, bi tevlîbûna saziyên civakî û partiyên siyasî, li Stembolê, Qada Esenyurtê destserkirina Şaredariya Colemêrgê şermezar kir.
Kesên di mitingê de tîşortên “Qeyûm bicehime” li xwe kirin.
Hevserokê DEM Partiya Stenbolê Mûrat Kalmaz axivî û got;
Qeyum encama zihniyeta faşîst e û li ser Kurdan tê meşandin.
Eger em îro, li dijî xespkirina Colemêrgê dernekevin, wê sibê şaredariya Stembolê jî xesp bikin.
Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû jî axivî û got;
Em ê bi gelên Tirkiyê re li dijî polîtîkayên tunekirinê têkoşînê bikin û em ê wekî Seyîd Rizayan li ber xwe bidin.
Serokê CHPa Esenyurtê Huseyîn Ergîn jî axivî û got,
Ev berxwedan ne tenê qêrîna DEM Partiyê ye, ya gelên li Tirkiyê teva ye.
Qeyum dagirkirin e û sucê li dijî mirovahiyê ye, em ê li dijî dagirkeriyê têkoşlînê bikin.
Herî dawî Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan HDK, Cengîz Çîçek axivî û got;
Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi salan e hewl dide rejîma yek zilamî ava bike.
Ev sîyaseta faşîzan e û em ê li dijî faşîzmê têkoşînê bikin.
Mesele ne tenê qeyûm e, polîtîkaya şer ya ku sed sal in li ser gelê Kurd tê meşandin e.
Çîçek, gotinên serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan yên li ser destserkirina Şaredariya Colemêrgê bi bîrxistin û got;
Em bang li Erdogan dikin, 3 sal in em dengê birêz Ocalan nabihîzin.
Yên ku dibêjin qeyûm qanûnî ne, qanûnên li Îmraliyê betal kirine û mafên kedkar û jinan desteser kirine.
Qeyûm û tecrîd, siyaseta tunekirinê ne, divê em têkoşîna xwe dijwar bikin.
Hat diyar kirin ku polîsan cih cihan êrîşî gel kir û hin welatî binçav kirin.
Çalakî bi meşa ciwanan ya li kolanan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.