Di 9’ê Hezîrana 1963’yan de, hêzên BAASê, li Silêmaniyê qedexeya derketina derve ragihandin û lêgerîna çekdarî pêk anîn.

Wê rojê 82 welatiyên Kurd ku di nava wan de mamoste, bazirgan û ciwan jî hebûn ji aliyê hêzên rejîma BAASê ve hatin şehîdkirin.

82 welatiyên hatibûn desteserkirin jî piştre li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi awayekî hovane hatin şehîdkirin.

Koma Nasnameya Kurdistanê jî, doh li Silêmaniyê, ji bo salvegera Komkujiya 9’ê Hezîrana 1963an li ser gora Helbestvan Şêrko Bêkes ya li kêleka Bîrdariya 9’ê Hezîranê daxuyaniyek dan.

Li ser navê Komê, Zehra Arif daxuyanî xwend û got;

Divê desthilatdariya Iraqê ji ber komujiyên li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê lêborînê bixwaze.

Dema ev komkujî dihatin kirin, dadgeheke navneteweyî ya ku bikaribe pêşî li sûc û komkujiyan bigire, tune bû.

Em daxwaz dikin ku Iraq bibe endamê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî û ji bo ku kurd li Başûrê Kurdistanê rûbirûyê komkujî û qirkirinê nebin, Peymana Romayê îmze bike.

Zehra Arîf got; Divê Komkujiya 9’ê Hezîranê weke jenosîdê bê qebûlkirin û berpirsiyarên komkujiyê bên ceza kirin.