Rojnameya Yenî Şafak, piştî Şaredariya Amedê pereyên ku qeyûmê xespkar dida wê ji ser wê qut kir, şaredarî wekî “terorîst” îlan kir.

Rojnameya Yenî Şafak, di manşeta xwe ya îro de, sernavê “Qendîlê qeyûm tayînî Amedê kiriye” avêt.

Derket holê ku piştî Şaredariya Amedê ya girêdayî DEM Partiyê, pereyê ku qeyûm dida rojnameya Yenî Şafak, qut kirine, rojnamê jî şaredarî kire armanc.

Derket holê ku Şîrketa Piri Medya İletişim A.Ş. ya Reklamê ku Rojnameya Yenî Şafak girêdayî wê ye, di 12’ê Gulana 2022’an de, wekî heqê reklamê 98 hezar û 746,48 TL fature ji şaredariyê re nivîsî ye.

Di 17’ê Gulanê de jî 85 hezar û 517,34 TL fature nivîsî ye.

Disa ji bo Saziya Îlanê ya Çapemeniyê di 14’ê Gulana 2023’an de, 144 hezar û 559,22 TL avans daye.

Ji vê avansê jî 33 hezar û 359,82 TL daye Rojnameya Yeni Şafak.

Piştî şaredariyê pere ji ser rojnameya Yenî Şgfak, qut kirin, rojnameyê şaredarî wekî “terorîst” îlan kir.

Li Tirkiyê sucdariya herî arzan, tewana bu terorê ye û dadgehên Tirk jî, bi fermana qesrê, vî karê derew û teşqele her diçe giran dikin.