Ji Ekolojiyê Cemîl Aksû, ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku sedsala Tirkiyê veguheriye rejîmeke rewşa awarte û got;

Bi taybetî ji sala 2015’an û vir ve dewleta Tirk li gorî destûra bingehîn û qanûnên xwe tevnagere.

Her tiştî bi ferman Qesrê dimeşîne û maf, edaletê, hiquq û demokrasî berteref kirine.

Cemîl Aksû diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê ji bo çiya, daristan, çem, qadên çandiniyê tarûmar bikin seferber bûne.

Kurdistan di statuya mêtingeriyê de ye û siyaseta red û înkarê di asta herî dijwar de tê meşandin.

Bi GAP û bendavan di bin navê ‘razemeniyê’ û ‘bendavên ewlekariyê’ de, ked û hêza xwezayî ya herêmê talan dikin.

Ev siyaseta hilweşandin û parçekirinê ye.

Bi vî rengî hem neteweya Kurd parçe dikin hem erdnîgariya Kurdistanê parçe dikin.

Cemîl Aksû got; Mêtingeriya dewleta Tirk, ji hemû metîgeriyan jî cûda ye, bi tundiyeke hovane êrîşî hemû zindiyên li Kurdistanê dike.

Heta bi ava Kurdistanê tune dikin. Îro li Kurdistanê di asteke cidî de pirsgirêka ziwatiyê heye.

Xaka berhemdar ya Dîcle têne qedexekirin, li quntarên Cûdî daristan tune dikin.

Li çiraxa Çemê Mûratê ku baskekî Çemê Firatê ye, teva bi siyanurê jehrî kirin.

Ji ber vê yekê, divê têkoşîna li dijî mêtingeriyê, di asta têkoşîna ekolojîk de bê kirin.

Eger mêtinger dixwazin xaka te bêkêr bike, hingî wezîfeya te ye ku tu daristan, çem, qadên çandiniyê biparêze.