Buroyê ji du raportoriyên taybet ên Neteweyên Yekbûyî xwest ku li dijî tecrîdê bi awayekî lezgîn bikevin nava liv û tevgerê.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan di tecrîda girankirî de ye û 39 mehin agahî jê nayê girtin û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş di 17’ê gulanê de serlêdana “Çalakiya lezgîn” li Raportiya Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan.

Her wiha parêzer ji bo bikaribin wezîfeya xwe bikin ango îcra bikin serî li raportoriya taybet a eleqedar dan.

Parêzeran di serlêdanê de şert û mercên girtina muwekîlên xwe yên li Îmraliyê û pirsgirêkên astengkirina pîşeya hiqûqî ya di çarçoveya belgeyên NY’ê de bi awayekî berfireh pêşkêşî raportoran kirin û diyar kirin ku ji bo serlêdanê divê demildest bê nirxandin.

Parêzeran bal kişand ser wê yekê ji bo zirarên ku telafiya wê zor in li Îmraliyê ji holê bên rakirin, xwestin bê nirxandin.

Parêzeran li ser daxwaza Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo tedbîrên 6’ê Îlona 2023’yan, diyar kirin ku biryara komîtê ya mijara gotinê piştgirî dide vê rewşê.

Hiqûqnasan diyar kirin ku Tirkiye hê jî daxwazên biryarê pêk neaniye.

Parêzeran di serlêdanê de da zanîn ku serdanên parêzeran tên astengkirin û xwestin raportorî ji bo astengiyên li pêşiya parêzeran bên rakirin bikevin nava heldanek hevpar.

Parêzeran her wiha di serlêdanê de jî ev daxwaz ji raportoriyê kirin:

*Ev serlêdan lezgîn e û divê di demek kin de bê nirxandin.

*Divê dawî li şertên serlêdaran ê incommunicado bê anîn û demildest daxwaza ji bo hevdîtina malbat û parêzeran ji hikumetê re bê ragihandin.

*Divê serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin û şert û mercên li wir di cih de bê lêkolînkirin û serlêdar bikaribin rû bi rû hevdîtinê bikin.

*Divê muameleya ku serlêdar pê re rû bi rû dimînin, were raporkirin.

*Divê şertên li Girtîgeha Îmraliyê û serlêdar pê re rû bi rû dimînin were şopandin.

*Divê di encama daneyên bên berhevkirin de daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin.