Wê 12’ê hezîranê bi pêşengiya înisiyatîfa gel, li dijî tecrîdê meşek mezin were li darxistin.

Meş wê 18.00’an ji çerxerêya Osman Sebrî destpê bike û heta pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dom bike.

Ji bilî Qamişlo wê ji bajarên Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs jî gelek kes beşdar bibin.

Piştî meşê wê bi Erebî û Kurdî axavtin werin kirin.

Komîteya amadekar bang li hemû pêkhateyên li bajarên behsa mijarê kir ku tevlî meşê bibin.