Nûriye Adet di sala 1994’an de li Îdirê bi birîndarî tê girtin, ji aliyê Dadgeha Dewleta tirk ve cezayê muebbedê lê tê birîn.
Nûriye Adet di nava 30 salan de li girtîgehên Erzirom, Sêwas, Ûşak û Amasyayê dimine û di sala 2007’an de jî sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê kirin.
Berdana Nuriye, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve 6 mehêndin hat taloqkirin.
Berê jî berdana Nuriye 3 mehan hatibû taloqkirin.
Nûriye, piştî demekê careke din derket pêşberî lijneyê.
Lê belê di civîna duyan de pirsên lijneyê balê kişandin.
Di civînê de ku bi kamerayan dîmen tên girtin, ji Nûriye pirsên wekî “Tu Abdullah Ocalan wekî Rêber dibînî?” û “Der barê PKK’ê de fikra te çi ye?” hatin pirsîn.
Nûriye jî ji endamên lijnerê re dibê je “ez 30 sal in endama PKK’ê yême û Abdullah Ocalan jî wekî rêberê xwe dibînîm”.
Piştî vê endamên lijneyê dibêjin “Em dizanin tu çawa difikirî” û berdana Nûriye 6 mehên din jî taloq kir.
Wê berdana Nûriye di 14’ê Mijdara 2024’an de careke din bê nirxandin.
Piştî vê Nûriye Adet bi rêya parêzerên xwe îtiraz kir lê hem Dadgeriya Înfazê û hem jî Dadgeha Cezayê Giran biryar erê kirin.