Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li paytexta Lubnan Beyrûdê di rojên 8-9 hezîranê de pêk hat bi encamnameyekê bi dawî bû.

Konferans bi dirûşma “Ciwan avakirina pêşeroja azad” be beşdariya 95 kesên ji tevger, rêxistin û partiyên siyasî yên 15 welatên mîna Tûnis, Cezaîr, Mexrêb, Misr, Sûdan, Yemen, Urdun, Tirkiye, Lubnan, Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ermenistan, Filistîn û Îranê, pêk hat.

Mijarên ‘bandora modernîteya kapîtalîst li ser ciwanan, têkoşîn û ezmûnên xweseriya ciwanan, qirkirina xweza û jîngehê, rewşa jinên ciwan û azadiya jinan’ hatin nîqaşkirin.

Pirsgirêkên ciwanan, rola ciwanan di pêşxistina çanda jiyana hevbeş û rêbazên pêşxistina hevgirtin û têkiliyên ciwanan jî rojevên sereke yên konferansê bûn.

Piştî nîqaşan, konferans bi encamnameyê bi dawî bû.

Di encamnameyê de hat gotin:

“Wek ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka, em îro bi qeyranekê pergalê ya herî dijwar re rû bi rû dimînin.

Pergala Modernîteya Kapîtalîst di hebûna xwe ya 500 salan de, ji bilî şer, pevçûn, parçekirina civakan, mêtîngerî û talakirinê, ji bo gel û ciwanên Rojhilata Navîn, tiştek bi xwe re neanîye.

Divê em hêviya xwe bi derve re girê nedin. Gelên herême encax dikarin bi yekitiya xwe bi pêş bikevin, xwe bispêrin hêza xwe ya cewherî û wisa wê bikaribin çareseriyê biafrînin.

Hin xalên di encamnameyê de cih girtin wiha ne:

*Çareseriya qeyrana heyî encax ji derveyî pergala modernîteya kapîtalîst û bi avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk dikare were pêkanîn.

* Em hemû helwest û nêrînên ku çareseriyê ji derve hêvî dikin, bi nêrandineke oryantalîst a ku Rojhilata Navîn biçuk dibînin û hêza çareseriyê di xwe de nabînin, red dikin.

*- Ruxmî hemû cudahiyên dîrokî, ziman, çand, kevneşopî, netewe û bawerî, pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka bi hev ve girêdayî ne.

* Ji bo ku em bikarin vê yekbûna hêzê pêk bînin û gavên şênber ber bi konfederalizma ciwanên Rojhilat Navîn û Bakurê Afrîkayê ve biavêjin konferansa me koordînasyoneke ku ji nûnerên hemû rêxistinan pêk tê, hilbijart û erkdar kiriye.

*- Em beşdarên konferansê kolekirina jin û desthilatdariya zilam li ser jinan, wek pirsgirêka herî bingehîn û sereke dibînin û diyar dikin ku jinên ciwan hêza peşeng a demokratîk kirina Rojhilata Navîn in.

*- Em pênaseyên ku têkoşînên rewa yên gelan wek terorîzm’ binav û teşîr dikin red dikin.

*- Em polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku di xizmeta berjewendiyên hêzên modernîteya kapîtalîst de ye, wek dijminê hevbeş ê hemû gelên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dibînin. Li ser vê bingehê piştgiriya têkoşîna hevpar a gelê Kurd û gelê herême dikin.

*- Em dagirkeriya Îsraîlê û qirikirina ser gelê Filistînê şermezar dikin.