Doh li tevahiya Ewropa hilbijartin çêbûn û di encamê de rastgiran dengên xwe zêde kirin.
Li Elmanya partiya rastgit AFD bû partiya yekemîn û 184 parlamenter derxistin.
Serokwezîrê Elmanya yê Sosyal Demokrat Olaf Scholz got; Di dîroka Sosyal Demokratan de, encama herî xerab derkete holê. Partiya me, li hemberî partiya rastgir têk çû, ev encam ji bo me cihê dilêşiyê ye.
Li Frensa û Belçika jî encamên hilbijartinan weke erdhejê bûn
Li Frensayê, Partiya rastgir ya Marine Le Pen Yekîtiya Neteweyî-RN, ji sedî 32 deng standin. Partiya Serokkomar Emmanuel, Partiya Rönesans jî, ji sedî 15,2 deng standin.
Yanî Partiya ratsgirt, duqatan zêdetir ji partiya serokkomar deng standin.
Le Pen diyar kir ku ew ji bo desthilatdariyê amade ne.
Li Belçika jî piştî encama ne fermî ya hilbijartinê eşkere bû, Serokwezîr Alexander De Croo istifa kir.
Hate diyar kirin ku Partiya Serokwezîr “Open VLD” ji sedî 5,5 deng standin. Ev jî bû sedema ku De Croo îstîfa bike.
Li Hollanda jî, partiya rastgir Geert Wilders ya Partiya Azadiyê-PVV, 6 parlamenter derxistin.
Li İtalya jî Partiya Serokwezîr Giorgia Meloni ya rastgir ji sedî 28,6 deng standin û 24 kursî bidestxistin
Li Macaristanê jî Partiya AP 21 kursî, partiya ratsgir ya Netewparêz jî 11 kursî bidestxistin.
Li Kibrisê jî partiya li dijî penaberan ya ratsgir Tevgera ELAM, ji 6 kontenjan yek bidetsxist.