Bertekên li dijî desteserkirina îradeyê gelê Colemlergê bi qeyûmê dewleta tirk a dagirker dewam dikin.

Ji roja ku qeyûm hat tayînkirin ve heta niha Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar li Colemêrgê ye.

Der barê polîtîkayên qeyûm û yên desthilatdariyê ku di bin navê ‘normalbûnê’ de dide meşandin de ji JINNEWS’ê re axivî.

Çîgdem da zanîn ku li dijî polîtîkayên qeyûm di têkoşîna ku bi gel re didin meşandin de bi biryar in û şûnde gav navêjin

Destnîşan kir ku ji kêliya hatine Colemêrgê heta niha di bin dorpêçê de ne, lê ew bertekên xwe bi piştgiriya gel didomînin.

Hevseroka DBP’ê Çigdem got:

Gel li dijî qeyûm û polîtîkaya desteserkirina îradeya xwe di berxwedanê de bi îsrar e. Berxwedana derketiye holê ji pêvajoya 2016 û 2019’an cudatir e, gel careke din xesipkirina îradeya xwe qebûl nake. Ev têkoşîneke mafdar û rewa ye.

Çigdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku pêdiviya Tirkiyeyê bi atmosfereke diyalogê ya nû heye û got:

“Gelê Kurd, li dijî her êrîşê deriyekî ku bibe bersiv dît. Îro çalakiyên dayikan ên li pêşiya girtîgehan, derneketina hevdîtinê ya girtiyan çend ji van in. Gel tevî vê atmosfera şîdetê jî her dem daxwazên xwe tîne ziman. Em weke DBP, di vê mijarê de bi biryar û bawer in. Di serî de qeyûm û tecrîd, emê di her çalakiyê de dengê xwe bidin bihîstin û gotinên xwe bibêjin.”