Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li bajarê Grazê yê Awûstûryayê hatin şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe roja Şemiyê saet 15’an li Gîesplatzê li hev civiyan û ber bi Haûptplatzê meşiyan.

Di meşê de êrîşên dewleta Tirk û welatên Ewropayê yên destekê didin rejîma Erdogan hatin şermezarkirin.

Hevserokê Civaka Azad Halîs Sever li qada çalakiyê axivî û got, wê li pêşberî êrîşên li destketiyên gelê Kurd tên kirin bêdeng nemînin.

Sever diyar kir, Kurd nirxên mirovahiyê li dijî çeteyan diparêzin, lê belê bazareke nû li ser gelê Kurd tê kirin û wê vê qebûl nekin.

Sever bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman, êrîşên li ser Rojava ji tecrîdê cuda nîne. Sever got, “Heta ku Rêber Ocalan û Kurdistan azad be, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”