Ciwanên Welatparêz li hember êrişên dagirkeriyê li Stenbol, Mersîn û Muglayê çalakî li dar xistin.
Ciwanan derbarê çalakiyên xwe de daxuyniyek dan.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
“Em weke Înîsiyatîfa Zarokên Agir hevalên xwe yên ku li Stenbol, Mersîn û Muglayê çalakiyên tolhildanê li dar xistine silav dikin û pîroz dikin.”
Înîsiyatîf çalakiyên ku li darxistine wiha vedibêjê:
Di navbera 5 û 6’ê Gûlanê de ;
Li Mersînê maşîneyek,
Li navçeya Mugla Fethiyeyê xala fêkî,
Li Înegola Bûrsayê febrîqeya sandalyeyan
Li Stenbolê jî 11 maşîneyên hevalbendên desthilatdariyê hatin şewitandin.
Di vê navberê de “Yekîneya Milîsên Mehmet Ayvalitaş”ya HBDH’ê têkildarî çalakiyên xwe daxuyaniyek dan.
Li gorî daxuyaniyê çalakiyên hatin lidarxistin ev in:
7’ê hezîranê Li Îzmîrê li dijî Fermandariya Tûgaya Topavêj êrişeke bombeyî hate lidarxistin.
5’ê Hezîranê li Gebzeyê li dijî tesîsa jinûve hilberandinê sabotaj hate lidarxistin
29’ê Gulanê li Bûrsayê depoya kel û pelên înşaetê ya ayîdê faşîstan, hate şewitandin.