Xizmên girtiyan doh jî, li gelek bajaran li pêşiya girtîgehan çalakiya “Deng bide azadiyê” pêkanîn.
Li Elihê, gelek xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civakî, li pêşiya Girtîgeha Elihê, Tîpe T çalakiya “Deng bide azadiyê” pêkanîn.
Di çalekiyê de parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu axivî û got:
Tifaqa AKP-MHP’ê tecrîdê didomîne.
Li vî welatî edalat nemaye.
Tecrîd mînak herî şênber e û divê demildest tecrîd bê rakirin.
Tu sûda şer ji bo kesekî nîne.
Piştî axaftinên girse çalakiya rûniştinê pêkanî. û çalekî bi diruşemeyen bi dawî bû.
Li Izmîrê jî, xizmên girtiyan û Komeleya EGE TUHAY-DERê, di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de, li pêşiya Girtîgeha Kiriklar daxuyanî dan.
Hevserokê DEM Partiya Îzmîrê Mehmet Kurşun, di çalakiyê de axivî û got:
Em ji bo aştiyê û pergaleke demokratîk li vir in.
Ji bo pirsgirêkên vî welatî bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin, divê rêber Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike.
Tecrîd, rêbazekî êşkenceyê ye û nayê qebûlkirin.”
Mehmet Kurşûn, bal kişand ser tayînkirina qeyûm ya li Şaredariya Colemêrgê û got;
Mudaxile kirina mafê bijartin û hilbijartinê êdî veguherandine rêbazeke faşîzan.
Em xespkariya qeyûm ya li Şaredariya Colemêrgê bi tundî şermezar dikin.
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hate pêkanîn û çalakî bi tililiyan bi dawî bû.