Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûm ya li Şaredariya Colemêrgê didomin.
Li Hatayê, ÎHDa bajêr, li navçeya Îskenderûnê daxuyaniyek da.
Hevserokê ÎHDê Coşkun Selçuk daxuyanî xwend û got; Banga me ji bo desthilatdariya siyasî ew e ku ji bo avakirina rewşeke demokratîk û aştiyane, di vê pêvajoya krîtîk de, li berpirsiyartiya xwe xwedî derkeve.
Divê demildest qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê paşve bikişîne û li nirxên demokratîk û hiqûqa gerdunî vegere.
Ji bo demokrasî û aştiyê êdî winda bikin tune ye.
Li Muşê jî, bi beşdariya rêveberên DEM Partiya bajêr, hevşaredarên Mûşê, parlementera DEM Partiyê Sumeyye Boz û endamên meclîsa şaredariyê li ber şaredariyê, li dijî xespkirina vînê çalakiya rûniştinê dewam kir.
Li Enqerê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyanî hat dayîn û çalakiya rûniştinê hate pêkanîn.
Li Îzmîrê jî, nobeta li dijî desteserkirinê di roja 5’an de dewam dike.