Nobeta Edaletê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve li navçeya Stenbol Beyoglû dewam dike.
Di çalakiyê de tîşortên “Qeyûm biciheme” hatin lixwekirin û dirûşme hatin berz kirin.
Hevberdevkên HDKe Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, parlamenterê DEM Partî Çîçek Otlu, Kezban Konûkçû û pêkhateyên Ked û Azadiyê tevlî çalakiyê bûn.
Di nobetê de platformeke azad jî hate avakirin.
Li ser navê çalakgeran Hevseroka DEM Partiyê ya Herêma Duyemîn Gîzem Kûzû daxuyaniyek xwend û got;
Desthilatdariya AKP-MHP’ê li ber hilweşînê ye. Divê em li her derê, di xeta îdeolojîk-siyasî ya riya sêyemîn de têkoşînê bikin.
Divê em zanibin ku ji her demê bêhir hêza me ya rêxistinî û-civakî heye.
Hêza diyarker ya serdemê em in û em ê vê desthilatdariya xespkar ê ceberrûd têk bibin.
Piştî daxuyaniyê, nûnerên partî û saziyên civakî jî axivîn û diyar kirin ku ew ê, li ba gelê Kurd bin û di têkoşîna hevpar de cihê xwe bigirin.
Çalakiya nobetê bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.
Wê îro jî, saet di navbera 19.00-22.00’an de li Qada Şîşhanê çalekiya Nobeta Edaletê dewam bike.