Hevserokê Giştî yê DBP Keskîn Bayindir jî di nav de, girseyek qertebalix, li ber avahiya DEM Partiyê kom bû û heta bi avaniya şaredariya Eilîhê meşiya.
Girseya qerebalix li ber avaniya şaredairyê miting kir û piştî rêzgirtinê, hevserokê giştî yê BBP Keskîn Bayindir axivî û got:
Em tayînkirina qeyûman qebûl nakin, Qeyum xespkarî ye dagirkerî ye.
Em vê qebûl nakin û em ê heta dawî berxwedanê bikin.
Bayindir got; Faşîzma AKP/MHPê di kiryarên antî demokratîk de sînoran nasnake.
Tayinkirina qeyuman jî bêhiququî ye.
Ew tehammulî îradeya gel nakin. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê berxwedana xweli her derê bidomînin.
Bayindir herî dawî bal kişande ser gotinên Bahçelî û got;
Bahçelî îro jî axaftinên li dijî me kir. Tu kes bawerî li polîtîkayên te yên qirêj nayîne, gelê Kurd li gorî axaftinên te haraket nake.
Piştî axaftinê, girseya gel, li pêşiya avaniya şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kir.