Hêzên Gerîla, bi şerê xwe ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên di bin zilma dagirkeran de ne bûne hêvî, bi taktîkên xwe yên afirîner serketinê misoger dikin.
Yekane hêza ku di bin êrişên bi çekên kîmyewî û nukleer de teknîka xwe diafirîne hêza Gerîla ye.
Lewma duyemîn artêşa mezin a NATO’yê, li pêşberî afirîneriya taktîkî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bêçare maye.
Ev afirînerî di heman demê de ji bo tevahiya cîhanê bûye meraqek mezin.
Êrişên mezin yên ku têra tinekirina dewletekê dikin. Lê di 4 salên dawî de, dewleta Tirk, li çiyayên Kurdistanê hatiye têkbirin.
Hêzên gerîla bi çalakiyên xwe bersiva xurt û pêwîst didin dijmin. Lê ya herî balkêş jî çalekiyên Gerilla yên taktîkî ne.
Dewleta Tirk di êrîşên li dijî Gerillayên Azadiyê de sînoran, qedexeyan, qanun û peymanan nasnake.
Mînak, di 3’ê Hezîranê de 10 caran bi balafirên şer, 281 caran bi çekên giran û navîn, 8 caran bi gazên kîmyewî, 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi droneya bombebarkirî êriş kirin.
Li gel ewqas êrişan jî tiştek bi hêzên Gerîla nehat. Gerilla bi çekên navîn û giran çalekî kirin, di heman rojê de, 4 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn.
Ev çalakî tabloya ku dagirker ketinê nîşan dide.
Bê guman ev gavên taktîkî û berxwedana Gerîla, çavkaniya xwe Rêber Abdullah Ocalan e.
25 sal û 4 meh in li Îmraliyê şerê man û nemanê tê meşandin. Gerîla jî ji vî şerî hêza xwe digire û dike perspektîfên şerê xwe.
Lewma îrade û berxwedana Gerilla, sînorê mejî jî derbas kiriye.
Dilsoziya bi Rêber Abdullah Ocalan re û meşandina li ser xeta şehîdan ev ruh afirandiye. Ş
Mirov dikare bêje ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûne nefesa hêviya jiyana azad