Aktîvîsta Misrî Dr. Seher Hesen Ehmed têkildarî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî û got;
Rêber Abdullah Ocalan yek ji lîderên herî bi bandor e. Dengê Kurdan e û berhemên wî bi kûrahî bi dîroka çandî û siyasî ya gelê Kurd dadikeve.
‘Konfederalîzma Demokratîk’ modeleke alternatîf ya netew-dewletê ye û teoriyên civakî û siyasî yên cuda pêşkêş dike.
Modela birêz Ocalan xwe dispêre jiyana bi hev re ya aştiyane û çandên cuda.
Demokrasî ev e. Ev jî tê wateya ku modela Ocalan dikare pirsgirêkên ku netewe-dewletê derxistine holê çareser bike.
Birêz Ocalan, bî taybetî xurtkirina jinan esas digire û misogerkirina wekheviya zayendî ya civakî vedibêje.
Ji ber vê jî, xwendina berhemên birêz Ocalan têkildarî rastiya Kurdan, sîstema civakî û siyasî ji bo afirandina teoriyên alternatîf dibe alîkar.
Dr. Seher Hesen Ehmed ji bo tecrîda giran ya li Îmraliyê jî got:
Tişta ku Tirkiye dike nîşaneya siyaseta wê ya qirêj û zalim e.
Ev kiryar ne tenê tecrîda fîzîkî ye, hewldaneke sîstematîk ya tunekirinê ye.
Di kesayeta birêz Ocalan de tunekirina Kurdan e.
Rejîma qirkirinê ya li Îmraliyê mînakek ji binpêkirina rûmeta mirovaniyê û binpêkirina mafên mirovan e.
Yanî sucekî li dijî mirovahiyê ye.
Dr. Hesen Ehmed herî dawî got; Rejîmeke zordar li Tirkiyê heye, kiryarên li Imraliyê jî, têkbirina wekheviya civakî û edaletê ye.
Tunekirina demokrasî ye. Divê cihan li hemberî vî sucî bêdeng nemîne.
Bedengiya li hemeberî van kiryaran, baweriya bi nirxên mirovanî û îradeya navneteweyî lawaz dike.