Hêzên Ked û Demokrasiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê meşek girseyî hate pêkanîn.

Girseya gel, li Kolana Demokrasiyê kom bû û li hemberî astengiya polîsan jî meşa xwe domand.

Polîsan nêzî 20 kesî girtin binçavan.

Di çalekiya girseyî de, li gel hejamrek zêde gel, rêveberên DEM Partî û serokê CHPê yê Navçeya Beşîktaş Alîcan jî cih girtin û heta bi navçeya Beşîktaşê meşiya.

Girseya qerebalix li navçeya Beşîktaşê, çalakiya rûniştinê kirin û desteserkirina vina gelê Colemêrgê şermezar kirin.

Serokê CHP’ê Beşîktaşê Alîcan Şen axivî û got:

Em weke Partiya CHpê, desteserkirina vîna gel qebûl nakin. Em ê heta dawiyê destekê bidin we. ”

Rêveberê DEM Partî yê navçeya Beşîktaş Ferah Kokmen jî axivî û got:

Li Tirkiyê derbeyek din li demokrasiyê hat xistin û vîna gel hate desteserkirin.

Heta ku vîna gel bê qebûl kirin û Şardearê Colemrêgê werê ser kar, em ê bênavber çalakiyên xwe bidomînin.