HPG’ê ragihand ku hevrêya wan 13’ê Hezîrana 2019’an li Hermên Parastinê yên Medya di êrişa dijmin de şehîd bûye.

Û got, ew zaroka hêja ya xelkê Amedê, milîtana egîd a PKK û PAJK’ê û şervana wêrek a YJA-Star’ê bû.

Em di salvegera şehadeta wê de hevrêya xwe Arîn a bi Zîlanî têkoşiya bi hurmet bi bîr tînin.

Ji malbata wê ya welatparêz û tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Necbîr Bûdak bi nasnav Arîn Êrîş navê dayik Emîne navê bav Huseyîn li Amedê ji dayîk bûye 13’ê Hezîrana 2019’an de li Heremen Parastina Medyayê şehîd bû.

HPG’ê di daxuyaniyê de der barê têkoşîna şehîd Arîn Êrîş de vê nirxandinê kir.

Jina leheng Arîn li Amedê di nav malbateke dilsoz a welatparêz de mezin bû.

Dema zarok bû malbata wê ji ber zilma dewleta Tirk koçî metropolên Tirkiyê kir.

Her ku mezin bû rastiya dijminê qirker baştir nas kir.

Pêşî di nava xebatên ciwanan de cih digire.

Rarstiya PKK û Rêber Apo hîn baştir nas dike.

Paşê şahidî ji beşdariya xal û gelek xizmên xwe ya nava têkoşîna azadiyê re dike.

Ev jî bi vê yekê bi bandor dibe.

Sala 2013’an li Amedê li dera lê ji dayik bûyî vedigere û berê xwe dide çiyayên azad.

Piştî pratîka xwe ya li Amedê, derbasî Herêmên Parastinê yên Medya dibe.

Bi perwerdeya wergirtî, li Metîna dibe gerîlayeke erkdar.

Li aliyekî şer dike li aliyekî jî bi felsefeya Rêber Apo hûrûkûr dadikeve.

Di gerîlatiya xwe de ruh û sekna fedaî ya Zîlan û Bêrîtanan esas digire.

Beşdarî Hêzên Taybet dibe.

Timî dixwaze li dijî dewleta Tirk a dagirker û qirker şer bike.

Vê carê berê xwe dide Xakurkê û pêşengî ji gelek çalakiyên serketî re dike.

Li her qadê dibe milîtaneke mînak a YJA-Starê.

13’ê Hezîrana 2019’an bi awayekî fedaî bi ser dijmin de çû.

Derblêdana dijmin de roleke sereke lîst.

Heta tevî hînaseya xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.

Bi sadebûn, durûstî û dilpakiya xwe, bandor li ser hevrêyên xwe hemûyan dikir.

Em soz didin ku ala têkoşînê ya hevrêxweyî hêja her bilind bikin û serketinê bi dest bixin.