Bi navê ‘Rojên Diyalogê yên bi Ocalan re’ wê di navbera 15-22’ê Hezîranê de li zêdeyî 40 bajarên li welatên cîhanê çalakî werin pêkanîn.

Çalakî wê, di çarçoveya pêngava azadiyê de û bi navê ‘Rojên Diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re’ li 15 welatên û zêdetirî 50 bajaran werin lidarxistin.

Di van çalekiyan de wê paradigmeya rêber Apo bê nirxadnin û pirtûkên wî bêne nasandin û xwendin.

Têkildarî tecrîda li Îmraliyê standên agahdarkirinê bêne danîn, konferans, panel, şano, çalakiyên hunerî, mîtîng, weşanên radyo û gelek çalakiyên cuda werin pêkanîn.

Endamên înîsiyatîfa kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyan bibin.

Endamên înîsiyatîfê gotin:

Nivîsên rêber Apo ji entelektuelan, ramangîrên azad, zanyaran, karkeran, aktîvîstan, hunermendan, sendîkavanan, tevgerên civakî, siyasetmedar û civakan re dibe çavkaniya sûdgirtinê.

Rêber Apo 25 sal in di tecrîdê tê girtin.

Ew weke pêşengekî civaka demokratîk û bi bandor e.

Li Bakurê Sûriye jî, bi fikir û paradigmeya wî, sîstemeke xweser û demokratîk hate avakirin.

Felsefeya wî ji aliyê pêkhatina sîstemeke civakî ya demokratîk ve jinûve hêviyan dide me.

Li hucreya girtîgehê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ formule kir; di sedsala 21’ê de, dirûşma têkoşîna azadiya jinê ji bo hemû jinên têkoşer û berxwedêr bû pûsûla.”

Rêber Abdullah Ocalan ji bo paşerojan rê nîşan dide dive azad bibe.