Li Amedê, çalakiya nobetê ya li dijî desteserkirina vîna gel, li ber Şaredariya Amedê di roja yekemîn ya cejnê de, bi konserê dewam kir.
Di çalekiya doh de, hevseroka DEM Parti ya Amedê Pinar Sakik Tekin axivî û got; . Bêtehamuliya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya li dijî destkêftiyên Kurdan dewam dike. Em li vir in û em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Piştrê, Hevşeredara Amedê Serra Bûcak axivî ûgot; Em dixwazin rêz ji hilbijartinan bê girtin. Di van 8 salên qeyyum de taxrîbateke mezin derket hole. Em jî ji bo vê taxrîbatê ji holê rakin, şev û roj kar dikin.
Piştre Meral Daniş Beştaş axivî û got; Di cejnê de jî, li hemû şaredariyan li dijî tayinkirina qeyyuman berxwedan heye. Bersiva herî tund ya li dijî siyaseta qeyyum berteka gel e. Behsa biratiyê dikin. Gelo ferqa dengê gelê Amedê û dengê gelê Yozgatê çi ye? Biratî pêşî bi wekheviyê de pêk tê.
Wan, dest danî ser Şaredariya Amedê. Hevşaredar Selçûk Mîzrakli hê jî di girtîgehê de ye. Sûcê herî mezin destdanîna ser vîna gel e. Ev desthilatdarî vî sucî dike.
Meral Daniş Bêştaş, silav ji Selçûk Mîzrakli, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî re şiyand û got; Yekane daxwaza kurdan ew e ku di nav Neteweya Demokratîk de bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Em ê li dijî polîtîqeyên tunekirinê li ber xwe bidin.
Piştî axaftinê Azad Bedran stran gotin,. girse jî govend girêda.