Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan, di çarçoveya Cejna Qurbanê de serdana şaredariyên Agiriyê kir.

Arîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamentera Agiri Necla Demîr jî bi Bakirhan re bûn.

Şandeyê, ewilî serdana Şaredariya Giyadînê kir.

Hevşaredar Hayat Zorbay û Ednan Dogan şandeya DEM Partî pêşwazî kirin.

Şandeyê DEM Partî cejna kesên li şaredariyê pîroz kir û piştre çû navçeya Avkevir,

Bakirhan û şandeya pê re li ber deriyê şaredariyê ji aliyê Hevşaredaran Cemîle Dûman û Mehmet Alî Bûdak ve hatin pêşwazîkirin.

Bakirhan li pêşberî gel axîvî û got, Em ê bi hemû hêza xwe xizmeta gel bikin û rûwê reş yê siysatea qeyyum eşkere bikin.

Şandeya DEM Partî herî dawî çû serdana Şaredariya Agiri û cejna Hevşaredaran Hazal Aras û Memet Akkûş û encumanan pîroz kir.

Bakirhan li wir jî axivî û got; Wêneyê herî baş yê talana qeyyûm Gîyadîn e. Divê em vî wêneyê baş şanî gel bidin. Şaredarî malên gel in û teminata demokrasiya herêmî ne. Niha dem dema xebitîna bi şev û roj e.”