Derhênerek Kurd yê xelkê Başûrê Kurdistanê li ser jiyana şoreşa Rojavayê Kurdistan û kesayetên di nava şoreşa Rojava de filmek kêşa. Derhênerê Kurd got ku wî di dema şerê Kobanê de berê xwe da Rojava û bû şahidê berxwedana şervanên Kurd. Derhêner diyarkir ku ya herî balkêş dinava şervanan de mirovatî û dostanî bû.

Derhênerê Kurd Beşdar Hejar demek derbazî Rojavayê Kurdistanê dibe û di wê demê çend roj li gel şehîd Musa dimêne. Derhênerê Kurd çîroka xwe ya di dema serdana Rojava û dîtina şehîd Musa Qenas de kir film. Navê filmê xwe jî kir ‘Musa li Kobanê’.

Derhênerê Kurd Beşdar Hejar di sala 2014’an de derbazî bajarê Kobanê bû û şahidiyê ji berxwedana Kobanê re kir. Hejar nêzîkê mehek ji nêzve berxwedana şervanan dît, li ser vê yekê Hejar filmek bi navê ‘Musa li Kobanê’ dikêşe.

Beşdar Hejar çîroka xwe ya dema çuyî Kobanê û dîtina şehîd Musa ji bo RojNews vegot.

Beşdar Hejar dema ku şoreşa Rojava destpêkirî, ji ragihandinê dîmen û wêneyên berxwedanê dît. Piştî vê biryar da ku berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê.

Gelek sedemên wî yên serdana Rojava hebûn, sedemek herî girîng jî dîtina şehîd Musa Qenas bû. Hejar beriya ku biçe Rojava, di qenalên televziyonê de wêneyê wêranbûnê yê Kobanê dîtibû. Lê piştî ku bi xwe çû û Kobanê dît cûdatir bû. Bajarê Kobanê bajarek wêranbûyî bû, lê çavê hemû cîhanê li ser bû. Hejar di vê demê de serdana Kobanê kir.

Beşdar li ser armanca xwe ya çûna Kobanê got; “Armanca min ya serdanê ne tenê dîtina Koban û kêşan kurte filmek bû. Dema ku ez gihiştim nava Kobanê, navenda bajêr hatibû rizgar kirin. Heya dema ku min Musa dît, min dinava Kobanê de kolan bi kolan wêne û dîmen digirt. Min dixwest ez biçim Kobanê û kolan kolan bigerim. Min dixwest ez biçim Kobanê û Musa bibînim. Çîroka Musa ji bo min cûdatir bû, min gelek hewl da ez bibînim. Piştî 25 rojan, rojek ez li navenda Çand û Hunerê rûniştîbûm.

Ev cihê ez dibêjim hemû wêran bûyî bû, min ji durve Musa dît û min ji hevalê xwe re got ev Musaye, lê hevalê min got ew ne Musa ye. Piştî ku nêzîk bû ew Musa bû. Musa kesayetek ciwan û bi cilên leşkerî pêçayî bû. Dema ku nêzîk bû ez çûm û min wî ramusand. Min jêre got ez bi qeçexî derbazî Rojava bûme ji bo ku ez te bibînim.”

Derhêner Hejar ji bilî Musa balê dikêşe ser şervanên din û dibêje; “Di dema ku ez li wê derê bûm, min ti ferqek di aliyê fikir û perwerdê de, dinavbera şervanên jin û zilam de nedît. Ya ku herî balkêş ji aliyê me û çavdêrên navnetewî ve, beşdariya şervanên jin YPJ’ê dinava şer de bû.

Şerê ku şervanên jin li Kobanê kirî, wêneyek nû bu ji bo cîhanê. Hemû tiştên Koban û Rojava balkêş bûn. Ya herî balkêş jiyana hevbeş, mirovatî û dostanî bû. Ev yek dinava şervanan de gelek bi hêz bû. Kobanê weke xwişka Helebce û Şengalê ye. Parastin û berxwedana her 3’ê cihan wek sembola berxwedana Kurd û netewa Kurdane.”

Çavkanî RojNews