Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat tevlî televizyan Medya Haber bû.

Tecrîda li Îmraliyê, operasyonên leşkerî, desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê û berxwedana gelan a li dijî vê qirkirinê, şehadetên fedaî yên meha Hezîranê nixandin.

Besê Hozat dibêje Pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê meşandin gihîştiye asteke gelekî girîng. Roj bi roj hîn bêhtir navneteweyî dibe.

Besê Hozat, axavtina xwe wiha dewamkir

Gelek nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, fîlozof, name ji CPT re şandin. Bi dehan kesayetên ku Xelata Aştiya Nobelê girtine bi heman rengî name ji CPT re şandin. Li her derê bi xurtî parêznameyên Rêbertî têne xwendin û nîqaşkirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî karekî bi vî rengî hatiye destpêkirin. Ev gelekî girîng e. Fêhmkirin û pejirandina nêrîn û paradîgmaya Rêbertî guhertinên gelekî ciddî pêk tîne. Di mejî de guhertinê dike, mirovan û civakê azad dike. Her ku Rêbertî tê fêhmkirin û pejirandin têkoşîna azadiyê jî mezin dibe.

Ji bo azadiya Rêbertî xwedîderketin û têkoşîneke gelekî xurt pêk tê. Lewma gihandina paradîgmaya Rêbertî li nava civakê û mirovahiyê gelekî girîng e, karekî di asta pîroz de ye. Ev tê wateya têkoşîna ji bo azadiya civakê û gelan.

Azadiya Rêbertî û azadiya gelê Kurd bi temamî ketiye zikhev. Ev kar hemû karê ji bo azadiya gelê Kurd e. Karê azadiya gelan û jinan e.

Azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê wateya çareseriya pirsa Kurd. Tê wateya demokratîkbûna Tirkiyê. Tê wateya demokratîkbûna Rojhilata Navîn.

Rêbertî kesayek bi tenê nîne, ew îradeya bi milyonan mirovî temsîl dike. Lewma pêngava azadiya navneteweyî girîng e û dîrokî ye.