Yek ji kolberên ku di êrîşên hêzên rejîma Îranê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da.
Li herêma Şêx Sela ya bajarokê Şelas ê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê duh hêzên Îranê êrîşî kolberan kir. Di êrîşê de kolberê bi navê Birûmend behramî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û du kolberên din jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Kolbernews’ê ji birîndaran yê bi navê Huşyar Nemanî li nexweşxanayê jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku kolberê bi navê Erkan Behramî ku di heman êrîşê de birîndar bibû, rewşa wî girane.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê dane, di mena Cotmehê de 6 kolber hatin kuştin û 14 kolber jî hatine birîndar kirin.