Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo der barê malen mêtingeriyê ku Hevya Sor a Qeterê li Efrîn û Bakûrê Suriyeyê ava kirine de ji ANHA’yê re axivî.

Îbrahîm Şêxo diyar kir dewleta Tirk a dagirker bi desteka rêxistinên Qeterî û yên Îxwanî demografiyaya herêmên dagirkirî diguherîne.

Şêxo da zanîn Heyva Sor a Qeterê li bakûrê Suriyeyê 13 mêtingehên dikarin 7 hezar kesan bihewînin ava kirine;

Li Efrînê jî zêdetirî 40 mêtingeh ava kirine.

Şêxa anî ziman ku dewlet tirk a dagirker li gundekî Kurdan ê li Babê jî mêtingeheke ji 143 beşan pêk tê ava kiriye.

Li van mêtingehan malbatên ji herêmên Xûta, Dera, Idlibê, Ezaz û Bab ên Suriyeyê û malbatên filistînî hatine bicîhkirin.

Îbrahim Şêxo bibîr xist li Efrînê zêdetirî 7 hezar mal û 10 hezar dikanên welatiyan ji hêla malbatên çeteyan ve hatine desteserkirin.

Şêxo got ku armanca van rêxistinan alîkariya gelê herêmê nîn e û ev pirs kir:

“Gelê Sûriyeyê ji xaka xwe hatiye koçberkirin û welatê wan hatiye dagirkirin.

Eger armanca rêxistinên Kuweytî û Qeterî alîkarî dayîn be, çima demografyaya wan herêman diguherînin?”

Şêxo bang li Heyva Sor a Qeterê û tevahî rêxistinên ku hevkariya dewleta Tirk dike kir û got:

Di di avakirina mêtîngehan de nebin alîkar û sûcên der exlaqî û derqanûnî nekin.

Ji ber ku bi avakirina van mêtîngehan hûn nasnameya Sûriye û Efrînê didin guhertin, ev yek jî sûc e.”