Çalakiyên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin.
Doh jî, çalakiya nobetê ya li pêşiyaaŞaredariya Akdenîz ya navçeya Mêrsînê dewam kir.
Hevşaredarên Akdenîzê Nûriye Aslan, Hoşyar Sariyildiz. parlamenterê DEM Partî Alî Bozan û gelek kes tevli çalakiyê bûn.
Girseya di nobetê de, Denîz Poyraz, ku di 17ê Hezîrana 2021ê de, di avahiyê HDPa Îzmîrê de hate şehîd kirin bibîranîn.
Hevseroka DEM Partiya Mêrsînê Bedriye Kûş axivî û got; Kujerê Poyraz, desthilatdarî bi xwe ye. Em kujeran nas dikin em ê hesab jî bipirsin.