Aktîvîst Anna Bruna Camposampiero, di lingê kampanyaya Îtalya de cih digire û
derbarê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.
Anna Burna got; Ez tevli civînên kampanya ‘ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bûm. Me name ji CPT’ê re şandin, me bi gelek şexsiyet, rêxistin û sendîkayan de hevdîtin kirin û îmze kom kirin.
Xuya dike ku, ev çalakî têr nakin. Em ê, ji bo ku rêzdarî li hemberî mafê Ocalan bê nîşandan, têkoşîna xwe bidomînin. Tirkiye hevkarê NATO ye û ev di gelek polîtîkayên Tirkiyê de destnedanê bixwe re tîne û civaka navnetweyî bêndge dik,e
Ev ne durustî ye.
Ana Bruna got; Cotstandardiya li qada navneteweyî pir eşkere ye. Erdogan vexwendin zîrveya G7 ya Îtalya. Ev ne normal e. Tirkiyê jî, hevserokê giştî yên berê yên HDP’ê û gelek siyasetmedar û hevşaredara bi cezayên giran ceza kirine. Dîs ejî YE, bêdneg û pereyekî zêde jî dide Tirkiyê. Ev cotstandardî ye.
Mercên Abdullah Ocalan dişibin yênMandela. Çîroka Nelson Mandela tê zanîn. Mixabin cîhana ku ji bo Mandêla deng derdixist, ji bo Ocalan deng nake. Rejîma li Tirkiyê ji rejîma Apartheîd xerebtir e.
Hêzên global, medya cîhanê, bi zanebûn Abdullah Ocalan nakin mijara xwe. Ji ber ku dengê wî ji derveyê sînorên Tirkiyê jî tê bihîstin, ew kirin armanc.
Divê Tirkiyê li hemberî hiqûqa xwe û hiuquqa navdewletî rêzdar be. Di heman demê de divê YE, li hemberî hiquqa xwe û hiuquqa gerdunî bi rêz tevbigere.
Anna Bruna herî dawî got; Birêz Ocalan bi desthilatdairya wê demê ya Dalema bawer dikir. Îtalya mafê starbûnê da Abdullah Ocalan. Li vir jî gelek deng bilind dibûn. Lê dîse jî têr nake. Hewcedariya hemû herêmê bi berdana Birêz Ocalan û konferansa aştiyê heye.