Koma Jinên Femînîst, piştî serdana li Amed û Êlihê raporek amade kirin û rapora xwe bi civîna çapemeniya li Meydana Femînîst ya Beyoglu, ji raya giştî re eşkere kirin.

Di civîna çapemeniyê de, gelek jin amade bûn.

Li ser navê jinan Ferîde Eralp rapor xwend û got;

Me di serdana xwe ya 8 û 9’ê Hezîranê de, li Amed û Êlihê dît ku, qeyûman saziyên jinan veguherandine qehwexane û salonên taybet yên mêran.

Ferîde Eralp bertek nîşanî desteserkirina şaredariya Colemêrgê da û got;

Desteserkirina şaredariya Colemêrgê, desteserkirina vina jinan e.

Qadên ku jin ji malê derdikevin û bi hev re tevdigerin, weke aşxane û cilşûştinê teva girtine.

Me dît ku, li navçeya Amed Baglarê, qeyûm cihên jinan veguherandiye qursa Quranê.

Cihên ku jin lê kom dibin, diaxivin û bêhna xwe lê vedidin, ji bo mêran jî kirine qehwexane.

Yek ji armancên qeyum ew e ku jin ji malê dernekevin, di malê de bimînin û li bajarê lê dijîn nebin xwedî gotin,

Vê jî bi zanebûn dikin. Divê jin li her derê li dijî xespkariya qeyum têkoşînê bikin.