Zêdeyî 25 sal in Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin.

39 meh in bi ti rengî agahî jê nayê wergirtin.

Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re, tê astengkirin.

Rêber Apo di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin.

Komîteya Pêşî Girtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê, bêdengiya xwe didomîne û bi vî rengî dibe hevkarê tecrîdê.

Li dijî vê bêhiqûqiyê jî 10’ê Cotmeha 2023’yan pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate destpêkirin.

Hîn jî ji beşên civakî yên cuda, piştgirî ji vê pêngavê re tê.

Ji Zanîngeha Otonom a Barcelonayê Civaknas Prof. Loûîs Lemkow têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo ji ANF’ê re axivî.

Prof Lemkow anî ziman ku tecrîda Îmraliyê qet nayê qebûlkirin û wuha got:

“Şert û mercên tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, di aliyê hiqûqî de nayê şîrovekirin.

Ev tecrîd bi tevahî zexteke siyasî ye û meseleyeke ku nayê qebûlkirin.

Lewma şert û mercên ku birêz Ocalan di nav de ye, di rojeva me de jî ye.

Li Tirkiyeyê weke formel demokrasî, lê di rastiyê de rejîmeke zextkar heye.

Krîza mafên mirovan a li dijî Abdullah Ocalan jî, encama vê yekê ye.

Li Tirkiyeyê demokrasî tê tunekirin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, sîstema darazê tê bikaranîn.

Ev ji bo me çavkaniyeke mezin a fikarê ye.

Prof Lemkow bal kişand ser girîngiya Azadiya Rêber Apo û wiha bi dawî kir.

Rolê Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd girîng e.

Ew pir baş nûneriyê ji daxwazên Kurdan re dike.

Lewma divê demildest birêz Abdullah Ocalan azad bibe.”