Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan biqedîne û got, “Divê gelê me xwe ji têkoşîneke demdirêj û dijwar re amade bike. Heta ku li Kurdistanê dagirkerî hebe, berxwedan jî wê bidome.”
Erdal diyar kir ku şerê li Kurdistanê ji bo gerîla ne tiştekî nû ye û bi bîr xist ku 35 sal in gerîla li dijî dewleta Tirk şer dike. Erdal got, “Ji ber vê yekê gerîla, artêş, îstîxbarata Tirk û teknîka di şer de bi kar tînin, baş nas kiriye. Li gel vê yekê hêzên gerîla erdnîgariya ku lê şer dike baş nas dike û xwedî tecrûbeyeke mezin a şer e. Lewma, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi tecrûbeya şer a 35 salan nîşan da ku li hemberî dewleta Tirk têk neçûye, berevajî; serketinên mezin bi dest xistiye.
Pêwîstiya gerîlayên Kurdistanê nîne ku bi rengekî cuda xwe îspat bikin. Ji ber ku tecrûbeya şer a 35 salan li pêş çavan e. Van 2 salên dawî Erdogan li Tirkiyeyê her tişt xistiye xizmeta şer. Di serî de çapemeniya Tirk, ti kes niha li Tirkiykeyê li ser tiştekî cuda naaxive. Ji çapemeniyê heta aboriyê, ji rêxistinên civakî yên sivîl heta spor, mizgeftê her tiştî li dijî gerîla û gelê me weke çekekê bi kar tîne.”