Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya bi pêşengtiya malbatên girtiyan û di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li Stembolê dewam dike.

Malbatên girtiyan mîna her hefteyê, vê hefteyê jî xwestin li pêşiya Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê ya Stenbolê çalakiya “Deng bide azadiyê” bikin.

Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin û nûnerên rêxistinên civakî tevli çalakiyê bûn.

Polîsan destûr nedan ku çalakî li pêşiya girtîgehê were pêkanîn, girse li baxçeyê Nexweşxaneya Bakirkoyê daxuyaniyek da.

Di çalekiyê de parlamenter Îbrahîm Akin axivî û got; Bi dehan rêhevalên me li girtîgehan li ber xwe didin. Ji bo rakirina tecrîdê û anîna azadî, aştî û demokrasiya li Tirkiyê, ev çalakî girîng e. Ji ber ku polîtîkaya tecrîdê, ne tenê li girtiyên siyasî, li tevahiya welêt tê ferzkirin.

Wê têkoşîna me ya li dijî vê tecrîdê li hemû qadan bidome. Feraseta tecrîdê, feraseteke wisa ye ku hemû mafên mirovan, mirovatiyê û pergala destûra bingehîn a heyî binpê dike. Li dijî vê jî hem li meclisê hem jî li vir dê têkoşîna me bidome.”

Piştî axaftina Akin, beşdaran çalakiya rûniştina ya 5 deqîqeyan pêkanî û çalekî bi diruşme û çepikan bi dawî bû.