Gerîlaya ARGK’ê Zeynep Kinaci -Zîlan, di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê bi çalakiya fedaî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker bû sembola Tevgera Azadiya Kurd.
Di 28’emîn salvegera şehadeta xwe de li Frensa payîtext Parîsê hat bibîranîn.
Bîrtanîn bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî li Komeleya Çanda Kurd hate pêkanîn û girseyek qerebalix amade bû.
Piştî rêzgirtinê, axaftin hatin kirin.
Pitşî axaftinan sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan hate temaşe kirin.
Merasim bi diruşmeyan bi dawî bû.