Navenda Ragihandina HPG’ê, têkildarî nasnameya gerîla Berxwedan û Ezîz ku li Herêmên Parastina Medya şehîd bûn dasuyaniyêk da û got;

Hevrê Gerilla Berxwedan ji Efrîna ku bi berxwedanê re bûye yek, tevlî nava refên Gerîla bû. Li her qada ku lê bû bi cengawerî têkoşîn kir û derbeyên giran li dijmin xistin.

Hevrê Gerilla Ezîz, li Şirnex, ku bi serhildanên mezin tê naskirin tevlî têkoşîna azadiyê bû. Ji dema ku tevlî nava refên Gerîla bû û heta roja dawî ya şheîbûna xwe bi lehengiyek destnaî têkoşîn kir.

Hevrê Gerilla Berxwedan û Ezîz, ji Rojava heta bi Qendîlê, ji Xakurkê heta gelek qadên Herêmên Parastina Medya, bi şoreşgeriyek mînak têkoşîn kirin

HPG, ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:

Muhammed Silêman, bi nasnav Berxwedan Qehreman, li EFîrnê ji dyaik bûye, Dayik û Bav: Ferîde – Mûsa, di 16’ê Çileya 2024’an de li Herêmên Parastina Medya şehîd bû.

Serdan Somenz, binasnav, Ezîz Gabar, li Şirnex ji dayik bûye Dayik û Bav: Leyla – Ezîz, di : 18’ê Nîsana 2024’an de li Herêmên Parastina Medya şehîd bû.

Hevrê Gerilla Berxwedan li Efrînê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û di temenê biçûk de Tevgera Azadiyê nas kir.

Ppiştî ku fikrên Rêber Apo li Rojava zindî bûn, rastiya Rêbertî hîn baştir fêm kir û weke ciwanekî Kurd , li dijî çeteyên DAIŞê şer kir.

Piştî êrîşa dewleta Tirk ya li ser Efrînê û komkujiya ku pêk hatî, hevrê Berxwedan tevlî nava refên Gerilla bû.

Hevrê Gerilla Berxwedan, li Akademiya Şehîd Mahir perwerde dît û li herêmên Zap û Avaşîn li dijî hêzên dagirker têkoşîn kir.

Hevrê Gerilla Berxwedan 16’ê Çileya 2024’an di êrîşa dijmin de şehîd bû.

Hev rê Gerilla Ezîz, li Şirnexê dinava malbateke welatparêz ji dayik bû û hîna di zarokatiya xwe de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir.

Hevrê Ezîz, piştî dibistana navîn perwerdeya pergalê red kir û ji bo debara malbata xwe di gelek cihan de kar kir.

Piştî perwerdeya li gabrê, di sala 2014’an de derbasî Rojava bû û li dijî çeteyên DAIŞê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker têkoşînek destenî kir.

Pişrtî têkçûna çeteyên DAIŞê; Hevrê Gerilla Ezîz, vegeriya Çiyayên Kurdisdtanê.

Hevrêyê me Ezîz Gabar di encama êrîşeke dijimin ya 18’ê Nîsana 2024’an de li Herêmên Parastina Medya şehîd bû.