Hat zanîn ku operasyonên dagirkeriyê, bi tevlîbûna bi hezaran leşkeran, li gundên Xîzanê yên Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Hûzeran, Giran, Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Deşta Ovî, Deşta Kaviltîn û Çiyayê Hêstirê û herêmên Şêrwan û Berwariyê yên Sêrtê berfireh bûye.

Çavkaniyên heêrmî jî destnîşan kirin ku cerdevan jî tevlî operasyona dagirkeriyê bûne. Helîkopter jî qadên daristanên heêrmê bombarduman dikin.

Heman çavkaniyan got; Gundên Giran û Hûzeranê ji duh ve hatine dorpêçkirînm ketin û derketina gundên jî piştî kontrola bi GBTê mumkun e.

Li gor agahiyan; zozanên Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Deşta Ovî û Deşta Kaviltînê jî hatine qedexekirin.

Şêniyên ku ji ber operasyonê nikarin biçin zozanên xwe, gotin: “Ji roja operasyon hatiye destpêkirin û heta niha em nikarin karên xwe bikin. Em nikarin miyên xwe bidoşin û biçin zozanan.

Bênavber dengê çekan û bombeyan tên. Ev operasyon her sal tên kirin.