Jinên Kurd yên li bajarê Winterthûr ê Swîsreyê, ji bo CPT’î li dijî pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Apo bikeve tevgerê, name şandin.

Li Winterthurê, endamên Komuna Jinê ya Arjîn Garzan, 176 name ji postaxaneya navendî ji CPTê re şandin.

Jinan, beriya nameyan bişînin, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku divê CPT, li hemberî tecrîd û bêhiqûqiya li Imraliyê bêdeng nemîne û gotin: “Em jin heta azadiya Rêbertiya xwe em ê têkoşinê bikin.

Li bajarê Chûrê jî, edamên Meclisa Gelê Kurd piştgirî dan kampanya şandina nameyan.

Beriya nameyan bişinin, siyasetmedar Ayşe Acar Başaran li ser navê jinan axivî û diyar kir ku îro gelê Kurd li hemû Kurdistan û Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan e. Divê tecrîd demildest werê rakirin.

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku wan bi sedan name ji CPT’ê re şandine û daxwaz kirin ku CPT bi berpirsyariyên xwe rabe.

Li bajarê St, Galien jî, endamên Komuna Jinê ya Helbest Koçerîn bi sedan name ji CPT’ê re şandin.