Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, merasîma Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re pêknîn.
Înîsiyatîfa Jinan jî, li Lîmasolê standa ji bo du rojan danî.
Gelê Qibrisê û turîstên li wir, eleqeyeke zêde nîşanî standê dan.
Di standê de kampanya îmze û nameyan ya ji bo ku CPT’ê bi berpirsiyairya xwe rabe hate destpêkirin.
Di etaba destpêkê de, 267 name û îmze ji bo ji CPT’ê re bên şandin, hatin kom kirin.
Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Fatma Dogan, derbarê çaliyan d eji ANFê re axivî û got; 39 meh in ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Em di qonaxa duyemîn a pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de ne. Weke Meclîsa Gelê Kurd ya Qibrisê, em hewl didin bernameyeke xurt derxînin holê.
25’ê Hezîranê jî, bi alîkariya Şaredariya Lefkoşa, li paytexta Qibris Lefkoşa, têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan konferans û şano bên lidarxistin.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên Qibrisî dikin ku beşdarî çalakiya 25’ê Hezîranê bibin.