Kurd û dostên wan, wê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan îro li Frensa bajarê Strasbourgê, li ber avaniya CPTê û Konseya Ewropa daxuyaniyeke girseyî bidin
Tecrîda mûtleq a li girtîgeha taybet ya Îmraliyê dewam dike û 39 meh in tu agahî ji Rêbar Abdullah Ocalan nayê girtin.
“Nobeta Azadiyê” ya ji Bo Ocalan, 12 sal in li Strasbourgê, li ber avaniya CPTê û Konseya Ewropa dewam dike.
Di heman demê de, çalakî û aktîvîteyên di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” jî li Kurdistan û çar aliyên cîhanê dewam dikin.
Îro wê Kurd û dostên wan, li ber avaniya CPTê û Konseya Ewropa li bajarê Strasbourgê daxuyaniyekê bidin.
Kurd û dostên wan wê ji CPTê û saziyên têkildarî mijareê bixwazin ku li dijî tecrîdê û azadiya fizîkî ya Ocalan gavên pêwîst biavêjin.