Hevserokê PYD Salih Muslim, di salvegera êrişa dagirkeriya 25’ê Hezîranê de ya li ser Kobanê, ji ANF’ê re axivî û got;

Di dema êrîşa çeteyên DAIŞê de, Erdogan eşkere kir ku ew li benda ketina Kobanê ne. Van gotinan eşkere kir ku, hatina DAÎŞ’ê ya li wê derê planê dewleta Tirk e.

Piştî şikestina çeteyên DAÎŞ’ê, Kobanê bû sembola rûmeta gelê Kurd, Bû sembola hemû gelên bindest û berxwedan bi rûmet.

Faşîzma dewleta Tirk û Erodgan, pêşî li Pirsûsê komkujî kirin û xwestin serketina li Kobanê pûç bikin. Lê nikarîbûn.

Di 25’ê Hezîrana 2015’an de amadekarî hatibû kirin ku cara duyemîn êrişê bikin.

Berxwedêrên Kobanê ji Kobanê derketibûn û ketibûn pey çeteyên DAÎŞ’ê.

Bajarê Kobanê bi tena serê xwe mabû.

Hingî bi desteka dewleta Tirk, bi 100 kesî êrişî Kobanê kirin û ketin nava bajêr. Bi saya şervanên Kobanê û şervanên YPG’ê, ku bi canfedayî şer kirin, çete şikandin. Hingî 252 mirovên me di wî êrişê de şehîd bûn. Beşekî mezin sivîl bûn û li malên xwe hatin şehîdkirin.

Bêguman di dilê gelê Kobanê de birîneke mezin vekir.

Salih Muslim anî ziman ku Erdogan hîna jî Kobanê ji bîr nekiriye û got; Piştî serketina Kobanê plansaziyên dewleta Tirk yên li ser herêmê eşkere bûn. Ev plan li ser tasfiyekirina gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd hatibû avakirin.

Ev plan heta niha dewam dike. Erdogan bi Ergenekon û MHP’ê re koalîsyoneke nû ava kir. Çiqas mafya hebe hemû li dora xwe civandinArmanca wan jî tunekirina Kurdan e.

Salih Muslim anî ziman ku dijminê li hemberî wan xwedî pîvaneke exlaqî û mirovî nîne û go;, Dewleta Tirk li pêşiya pêkhatina aştiyeke mayinde ya li Sûriye jî asteng e.

Ji bo aştî pêk neyê her cûre lîstikan dilîze. Ji bo li dijî Kurdan şer bike û bide şerkirin hewl dide bi rêveberiya Şamê re jî rûnê.

Dijminatiya dewleta Tirk ne tenê li Kobanê ye, li dijî tevahiya gelê Kurd e. Divê gelê Kurd bi vê yekê baş zanibe;

Îro jî Başûr dagir dike. Ji sala 2012’an û vir ve leşkerên xwe ji Başîka bi cih kiriye. Başîka ne Kurdistan e, lê armanca wan dagirkirina Kurdistanê teva ye. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminekî barbar li ber xwe dide.