Şandeya ji hilbijartiyên DEM Partiya Wan û Agiriyê, ragihand ku ew li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Colemêrgê ne û gotin:

Em ê di çalakiya nobetê de cih bigirin û heta bêhiqûqî bi dawî bibe wê çalakiya me dewam bike.

Piştî meşa girseyî ya li dijî xespkirina vina gelê Colemêrgê dest pê kir, hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyên ji navçeyên Payizava, Elbak û ji navçeya Agirî Avkevir gihane Colemrêgê.

Şandeya meşê, di ketina bajêr de ji aliyê Rêveberên DEM Partiya Colemêrgê ve hate pêşwazîkirin.

Şandeyê piştî gera li nava bajêr, li çaryana peykerê mafên mirovan daxuyaniyek dan.

Hevserokê DEM Partiya Colemrgê Kadîr Şahîn axivî û got;

Berxwedana me bênavber dewam dike.

Em bi tu awayî desteserkirina vîna gelê xwe qebûl nakin û em ê nobetên xwe bidomînin .

Li ser navê şandeyê jî, endamê Meclîsa Şaredariya Elbakê ya DEM Partiyê Mehmet Salih Ozdemîr axivî û got;

Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji siyaseta qirêj berde.

Ev polîtîkaya qirêj ya qeyûm zirarê dide gel.

Em desteserkirina vîna gel qebûl nakin û heta dawiyê li dijî polîtîkayên qeyûm têkoşînê bikin.

Armanca qeyûm dizî û tunekirin e. Divê ev raweste, şaredarî radestî gel bê kirin.”

Piştî daxuyaniyê şande, ji bo têkiliyan derbasî taxan bûn.