Serî de Almanya, li Awûstûrya, Swîsre û Fransayê çalakiyên cihêreng pêk hatin.
Li Almanya, çalakî li çarnavendan pêk hatin.
Çalakiya herî girseyî li bajarê Dusseldorfê pêk hat.
Beriya meş destpê bike, Hevserokê FED-MED’ê Ehmed Kobanê axivî û got:
“Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin” da.
Piştî axaftin û peyaman, girseya gel berbi navenda bajêr ve meşiyan.
Li bajarên Hamburg, Heilbronn û Kielê jî çalakiyên cihêreng hatin li darxsitin.
Çalakgeran daxwaz ji CPT’ê kir ku der barê Îmraliyê de bi lezgîn bikevin nava liv û tevgerê.
Di mîtîngê de li ser navê FCDK-Kawa axaftinek hat kirin.
Heta Rêber Apo azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe, em ê bi gelê xwe û dostên xwe re têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”
Piştî axaftinê daxuyaniya Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) hate xwendin.
Çalakî piştî berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bi organîzasyona FED-GEL mîtîngek hate lidarxistin.
Di mîtînga li Kilianplatzê hat lidarxistin de pankartên ku balê dikişînin ser azadiya rêber Abdullah Ocalan û berxwedana girtiyên di zindanên Tirkiye û Kurdistanê de hatin hilgirtin.
Li ser navê FED-GEL’ê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê Mesût Daghan axivî.
Daghan kesên di şewata li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, ji malbatên wan re sersaxî xwest û got,
“Em ê bi hev re êş û birînên xwe derman bikin.
Em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe bilind bikin û li dora Rêber Apo bibin yek.”
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.