DER SPIEGEL a Elman bi sernavê “Bi hezaran Îranê Amerîkayê Şermezar dikin” nûçeyek xistiye weşanê. Di nûçeyê de tê gotin; 4’ê Mijdarê salvegera şoreşa îslamê ya 1979’an û her sel ev roj tê pîrozkirin, lê belê îsal ev roj girîngtir tên dîtin. Sedema wê jî ewe ku wê sepandinên aboriyê yên Amerîkayê rojek piştî wê dest pê bike.
Rojnameya Elman JUNGE WELT jî bi sernavê “Siûdî şerê Yemenê mezin dike” nûçeyek xistiye weşanê. Li gorî nûçeyê Erebîstana Siûdî û koalîsyona bi pêşengtiya Mîriktiyên Ereban; ji bo êrişî bajarê li kêleka Behra Sor El Hudeyde bikin, van rojan amadekariyeke mezin dikin. Her wiha alîkariya mirovî ku ji Yemenê re tê rêkirin jî bi piranî di ser vî bajarî de pêk tê.
Kovara Focus jî bi sernavê “Artêşa Elman yekîneyên Siûdî perwerde dike” nûçeyek xistiye weşanê. Li gorî nûçeyê piştî kuştina Rojnamevan Cemal Kaşikçi dewleta Elman sewqiyata çekan ji bo Erebîstana Siûdî rawestandiye rawestandiye, lê belê hêzên leşkerî yên Elman perwerdeya leşkerî ya yekîneyên Siûdî berdewam dikin. Tê gotin ku 7 namzêtên fermandarî yên Siûdî li Akademiya Berlînê perwerdehiyê dibînin.
Rojnameya Swîsreyî NEUE ZURCHER ZEITUNG bi ser navê “Îran li Sûriyê Amerîkayê provoke dike” nûçeyek xistiye weşanê. Tê gotin ku Trump bi sepandinan hewl dide polîtîkayên Îranê yên li herêmê bi guherîne, lê heya nihe ti pêşketinek bidest ne xistiye, berovajî Tehran hewl dide bernameya moşekên ku ji bo mutefiqên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn talukene temam bike.
Rojnameya Brîtanê THE GUARDIAN nûçeyek bi sernavê “Kaledonya Nû ji bo serxwebûna ji Fransayê got na” nûçeyek xistiye weşanê. Li gorî nûçeyê doh li Kaledonyayê ku li başûrê Pasîfîkê ye doh referandûma serxwebûnê pêk hatiye. 80 ji sedî welatî beşdar bûne û 56,9 ji sedî welatçî ne xwestina ku ji Fransayê veqetin. Kaledonyaya Nû ku demeke dirêj di bin ketxwariya Fransayê de ye û ji sala 2003’yan ve dîsa bi Fransayê ve girêdayî ye, di nava xwe de hikumeteke wê heye û statuyeke li gorî xwe dijî.
Rojnameya Brîtanî THE FINANCIAL TIMES jî bi sernavê “Ewrupa amadekariyên ku sepandinên li dijî Îranê yên Amerîkayê vala derxin amadekarî dikin” nûçeyek xistiye weşanê. Di nûçeyê de tê gotin ku hikumetên Ewrupa di vê çerçoveyê de hevdîtinên xwe berdewam dikin, lê heya niha rêyeke bi ewle nedîtine.
Rojnameya Amerîkî THE WALL STREET JOURNAL bi sernavê “Misir, bi sedema ku êrişê Xisristiyanên Kiptî kirine 19 kesan kuştine” xistiye weşanê. Li gorî nûçeyê Wezareta Karên Hundur berî dû rojan daxuyaniyek daye û ragihandiye; 19 kesên ku guman ji wan dihat kirin êrişê Xiristiyanên Kiptî kirine hatine kuştin, lê li welêt tehdîdên rêxistinên îslamî didomin.