Ev bû demeke dewleta Tirk êrîşî gundewarên Kobanê û Girê Spî dike. Di encama van êrîşên ku hatin kirin de û gelek sivîl û zarokên bi Temenê biçûk birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Li beramberî van êrîşan yekitiya ciwanan Rojava jî meşan li dar dixin û dewleta Tirk ya dagirker şermezar dikin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Kobanê û Girê Spî bi sedan ciwan li navçeya Şêranê ya girêdayî bajarê Kobanê bi hêrseke mezin meşiyan.
Di meşê de alên YCR`ê û PYD`ê û pankartên ku li ser “bi rihê berxwedana Kobanê serî hilde”nivîsîbûn hatin rakirin.
Ciwana bi navê Medîna Seyid Ehmed ya ku beşdarî meşê bibû wiha got:”armanca vê meşê ewe ku em êrîşê li ser gelê xwe û zarokan şermezar bikin û eme her tim ji bo şermezarkirna êrîşên dewleta Tirk li ser piyan bin û çi ji me were xwestin em weke ciwan jê re amedebin”.
Her wiha welatiyê bi navê Necmedîn Mihemed got ku: “Em tu carî êrîşên dewleta Tirk yên li ser zarokan qebûl nakin û eme meşan li dar xin û çi li ser mile me bikeve em bikin ta ku welatê me û zarokên me bindest nebin”.
Meş bi siloganên “bimere Erdogan” bi dawî bû.