Îro li bajarê Hewlêrê li ber avahiya Parlementoya Herêma Kurdistanê kêmendam li dijî meaşê parlementerên teqawitbûyî çalakiyeke nerazîbûnê lidarxistin.

Kêm endam li dijî wêne ku ji bo 6 mehan 48 milyon dînar ji bo parlementerên teqawitbûyî were dayîn û di çalakiyê de balkêşan li ser rewşa nebaş ya kêmendamên Herêma Kurdistanê. Kêmendam weke nerazîbûn jî agir bi amûrên xwe yên kêmendamtiyê xistin.

Di çalakiyê de li ser navê kêmendaman Berpirsê Giştî yê Yekîtiya Kêmendamên Kurdistanê Saman Hisên daxuyaniya çapemeniyê xwend. Hisên diyar kir ku kêmendam ku niha nan nabînin bixwin û di rewşeke zehf nebaş de dijîn, li aliyekî din parlementer wisa bi rehetî tên û pereyeke wisa zêde digirin. Ev pereyê ku ji parlementeran re were dayîn, dikare bi vî pereyî meaşê 90 hezar û 700 kêmendaman were dayîn.”

Saman Hisên dazanîn ku baweriya wan bi hikûmetê nîne ku guh bide daxwazên kêmendaman û got, “Jixwe baweriya me bi hikûmetê nemaye. Armanca çalakiya me ne ewe ku em daxwazê ji hikûmetê yanjî ji parlementoyê bikine. Armanca çalakiya me ewe ku em bêjin, hun bi dayîna vê meaşê ji bo parlementrên teqawitbûyî, bêrêziyê li gel dikin.”

Çavkanî RojNews