Jina romannûs a ji Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Doh serê sibehê nivîskar Meryem Qazî a ji Mahabadê Rojhilatê Kurdistanê Merhem Qazî ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Meryem Qazî ji Mahabadê bû û ji bilî nivîsa çîrok û romanan, rexnegirek bû. Her wiha aktîvîstekê jinan bû. Çendek berê Meryem Qazî bi hewldanên xwe karîbû jina bi navê Helale Mihemed ji cezayê darvekirinê rizgar bike. Helale bi tohmeta kuştina zilamekî cezayê darvekirinê girtibû, lê ji saya hewldanên Meryem cezayê darvekirinê hatibû betalkirin.
Meryem Qazî di sala 1963’an de li Mahabadji dayîk bû. Di sala 1987’an de dest bi karê nivîsînê kir. Piştî komkujiya Helebceyê çîroka bi navê ‘Perjîn’ li ser komkujiyê nivîsî û di govara Sirwede belav kir.
2 berhemên Meryem Qazî yên bi navê “Hatina jor qedexeye” û “Zînde be gor” hatine çapkirin û belav kirin. Romana “ Jiyanim xoş dewê ” li ber çap kirinê bû. Her wiha berhemekî din jî yê Qutbedîn Sadiq ku wergêraye zimanê Kurdî jî li ber çapkirinê ye.
Çend salek jî rêvebiriya Encûmena Edebî ya Mahabadê kir. Li gelek kovar û rojnameyên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de nivîsên wê hatine weşandin.
Tê payîn cenazeyê Meryem Qazî ji aliyê kesukarên wê û hevalên wê yên nivîskar ve wêjehez ve li Goristana Hunermendan a Mahabadê were definkirin.