Bêguman dîktatoriya AKP’a ya faşîst di nava krîz û hilweşîneke cidî de ye. Îro roj rejîma Erdogan ji bo ku xwe ji vê hilweşînê xilas bike, serî li gelek rêyan dide. Temam ji ber çi ketin vê rewşê, çima ev bi serê wan ve hat?

Ji ber ku krîz pir kûr û berfireh e. Ev krîz ne bi tenê ji ber krîza pergala kapîtalîst e. Ev krîz di heman demê de ji ber dijminatiya dewlata tirk a li dijî kurdan e. Ji ber siyaseta wan a faşîst û qirker e.

Tam di vê deme de rejîma Erdogan dest bi êrişa li dijî Girê Spî û Kobanê kir. Helbet gelek sedemên van êrişan hene. Sedemek jê ew e ku Erdogan dixwaze rojeva esasî biguherîne. Ew wisa dike ku bi guhertina rojevê pêşî li hilweşînê jî bigire. Wekî mînak ji bo ku xelk behsa krîza aborî neke ev yek dike. Dîsa aloziya di navbera wan û MHP’ê de jî tê zanîn û dixwaze ser vê gengeşiyê jî bigire.

Bala xwe bidinê êrişa li dijî Rojava piştî civîna li Stenbolê ku Rûsya, Elmanya, Fransa jî tev li bibûn hat rojevê. Faşîzma AKP’ê di civîna navborî de motîvasyoneke siyasî bi dest xist û xwest vê bike zemîna êrişa li dijî kurdan. Piştî civîna Tehranê jî ku Rûsya, Îran û dewleta tirk bi hev re pêk anîn, heman tişt pêk hat û îcar Îran êriş kir.

Divê çarçovê de çi hêzên ku bi vî rengî destekê didin dewleta tirk û Îranê bila bizanin ku ev desteka wan dibe zemîna qirkirin û êrişa li dijî gelê kurd. Bi taybetî jî hêzên weke Rûsya, Emerîka û Ewrupa divê vêya baş zanibin. Lazim e ew jî lê biwarqilin ku wan dikin şirîkê sûcê qirkirinê.

Helbet li pişt van êrişên dawîn hin hisabên din ên Erdogan jî hene. Hisabek jî li ser çeteyên DAIŞ’ê ye ku QSD’ê li Dêrazorê dor li wan teng kiribû. Erdogan bi van êrişan destekê da DAIŞ’ê.

Li aliyê din hilbijartinên xwecihî ku wê piştî 5 mehên paşiya me pêk were jî hisabekî din e. Wekî tê zanîn beriya hilbijartinên 24’ê heîzarnê jî erdogan êrişî Efrînê kir û piştre jî Efrîn dagir kir.

Ev hemû li aliyekî heke em vegerin ser pirsa esasî, gelo wê ev êriş pêşî li hilweşîna faşîzma AKP’ê bigire? Helbet ev yek ne pêkan e.

Çavkanî / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA