Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re cara 761’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran dîsan hate redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Mûharrem Şahîn ji bo sibê biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe de pêkbînin îro 802emîn car, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan
Lê rayedarên Dewleta Tirk a dagirker, serlêdana parêzerên Rêber Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên ne rast û pûç red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.

Dewleta Tirk, ji 27ê Temûza 2011’an û vir ve, 7 sal û 101 roj in, hevdîtina parêzeran ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re asteng dikin. Ji 11’ê Îlona 2016’an û heta îro, ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Çalakiya, nobeta “ji Ocalan re azadî” jî, ji 25ê Hezîrana 2012an ve, li bajarê Fransa Strasbourgê li ber avahiya Konseya Ewropa û CPTê, di hefteya 334an de dewam dike.