Serokê Akademiya Siyaset û Ramana Demokratîk Dr. Fayîq Gulpî biryara Amerîka ya li dijî pêşengên PKK’ê şermezar kir û got; “Ev biryar xizmeta terorê dike, divê hemû gelê Kurd û azadîxwaz li dijî vê biryarê dakevin kolanan.”

Dr. Fayîq Gulpî derbarê biryara Emerîka ku li hemberî Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Duran Kalkan û Murat Karayilan girtiye de, ji Rojnews re axivî.

Fayîq Gulpî destnîşan kir ku pêwendiyên dewletên sermayedar ên bi hevre li ser berjewendiyane û têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê jî li ser vê bingehê ne. Gulpî da zanîn ku biryara Amerîkayê jî di vê çarçoveyê de hatiye dayîn û got: “Tirkiye her dem xwestiye rêveberên PKK`ê teslîm bigire û PKK ji lîsteya terorê dernekeve. Amerîka jî di berdêla wê de her dem li herêmê bûye desthilatdar.”

Gulpî bal kişand ku biryara destnîşankirina cihê sê rêvebirên PKK’ê di civîna navbera Tirkiye û Amerîka de li Enqereyê hetiye girtin û wiha dom kir: “Ev biryar ne dadperwerane û ne demokratîk e. Li dijî qanunên mafê mirovan û azadiya gelê Kurd e. Sê rêveberên PKK`ê rêveberên gelê Kurd in, ji bo maf û azadiya gelê Kurd têdikoşin. Destdirêjîkirina ser wan destdirêjî kirina ser mafê gelê Kurde.”

Fayiq Gulpî da zanîn ku PKK ji bo parastina mafê gelê Kurd têdikoşe û wiha pê de çû: “Tu kesek Amerîkî ne kuştine. Di şerê dijî DAIŞ’ê de xwedî rolek girîng bû û li diji çeteyên terorîst rawestiya.”